Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dijî Rêvebirê Opozîsyona Sûrî El Zubî Doz Vedike


Yek ji rêvebirên opozisyona Sûrîyê, Esad el-Zubî di twîttekê de Kurdan dişibîne kêzikan, rehmetê li Saddam Huseyîn dike û dibêje: "Tenê navê Saddam têra tunekirina Kurdan dike. "

Tiwîta el-Zubî bû cîhê nerazîbûna Kurdan û rêxistinên mafê mirovan.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ser zarê rêvebirê xwe doz li dadgehên navneteweyî kir ku el-Zubî were pêş dadgehê jiber ku twîta wî tê wateya xwestina karanîna çekên kîmyayî ya dijî Kurdan.

Ramî Abdulrahman ji Dengê Amerîka re got ku têkilîya el-Zubî bi DAIŞ’ê re heye û divê Ewrupa wî kesî bîne pêş dadgehê.

"Ne cara yekê ye ku Esad Ewed El Zubî hewil dide di navbera Kurdan û Ereban de fîtne derxîne û kêşeyên heyî kûr bike. Ew herwisa fîtneya taifî jî gur dike jiber ku artêşa rêjîma Beşar û Hafiz Esad de fermandar bû. Ev kes ji Twitterê daxuyanîyek belav kir û got ku hewce nake dermanên qirkirinê bo van kêzikan were xebitandin, an ku jibo Kurdan. Tenê tu gotina Saddam bibêjî bes e ku ev kêzik tune bibin.”

Abdulrahman bal kişand ku piştî nerazîbûnên tund yên dijî gotinên wî, Zubî dû re got ku mebesta wî PYD’ê ye, ne hemî Kurdan in. “Ma çi têkilîya PYD’ê bi Saddam ve heye? Wî tawan û komkujî li hember gelê Îraqê û taybetî li ser Kurdan kir û kêzik bi dermanê qirkirinê tune dibin. Saddam jî bi dermanên kîmyayî gelê Kurd li Helebce kuştin.”

Abdulrahman da zanîn ku ew wek SOHR name ji rêxistin û sazîyên navneteweyî yên Ewrupî û navdewletî re şand ku hember El Zubî doz vekin.

“Li gor tawanên qanûna navdewletî, çaxa ku hîn kes alîgirên Rêxistina Dewleta Îslamî bin û pesna wê bidin, divê doz li hember wan vebe. Belge di destê me de hene ku fermandarê opozisyona Sûrî yê bi navê Ebdilcebar Egîdî jî bi DAIŞê re di nav peywendî de ye û ew di dîmenekê de bi vê yekê mukir tê. Loma divê ew jî were dadgeh kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku daxuyanîyên El Zubî bû sedema nerazîbûnên berfireh yên Kurdan û hin çalakvanên mafên mirovan ragihand ku ewê dijî wî û kesên din yên opozsiyona Sûrî, ku destê wan di binpêkirina mafên Kurdan hene, doz vekin.

ZO_08_13_2019_SOHR_Zubi
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:31 0:00

XS
SM
MD
LG