Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Suleyman Soylu li Diyarbekirê Ser Daxuyanîya 10 Balyozan û Pêşengeha Ahmet Guneştekîn Çi Got?


Wezîrê Karê navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Solyu li Diyarbekirê.
Wezîrê Karê navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Solyu li Diyarbekirê.

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu, jibo roja Mixtaran do Sêşemê serdana Diyarbekirê kir.

Soylu li dijî daxuyanîya 10 balyozan axivî û pêşengeha Hunermend Ahmet Guneştekin ya ku navê wê Bîra Jurê ye rexne kir.

Deh Balyozên dewletên cuda, di salvegera girtina karsaz Osman Kavala de, daxuyanîyek hevbeş belav kiribûn û anîbûn ziman derengmayîna doza Kavala bandoreke neyênî li azadîya hiqûqê, demokrasiyê, zelalîya dadgerîya Tirkiye dike.

''Em weke balyozxaneyên 10 dewletan, di wê baweriyê da ne ku Tirkîye jibo erkên hiqûqa navxweyî û navnetewî, divê doza Kavala li gor pîvanên dad encam bike,'' daxuyanîyê got.

Soylu îdia kir ku jiber Tirkîye serbixwe ye û êdî nakeve bin mineta wan dewletan, ew gefan li Tirkîyê dixwin.

‘’Di eslê xwe de dîtin ku nikarin serî li me bitewînin, îca dest bi gefan kirin û daxuyaniyek belav kirin. Naveroka daxuyanîya gefxwar ne xema me ye, lê ya girîng ew e li ser kîjan motivasyonê tiştek wiha kirin. Jiber dijîtîya Tirkîye dikin dîn bibin, li Deryaya Spî, li Azarbeycanê, Qibirsê çawa dibe ku em bi wan neşêwirîne, ya ku zora wan dibe ev e.’’

Soylu dewletên Rojava bi piştgirîya rêxistinên PKK'ê û Gulen tawanbar kir.

'’Dibêjin çawa dibe ku hûn rêxistinên PKK û FETO yên ku 40 sal in ew li pişt wan in, em têk dibin, çawa em dikarin zarokên milet bidin ser şaredarîyên ku PKKê birêve dibir.’’

Pêşangeha Amet Guneştekîn

Ji aliyekî din ve, Soylu rexne li pêşengeha 'Jûra Bîrê' ya Ahmet Guneştekîn jî kir.

Ev pêşengeh bi bernameyek berfireh di 16'ê mehê de li Diyarbekirê vebû. Bajarvanê Stenbolê Ekrem îmamoglu, Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar jî mêvanên pêşengehê bûn.

Qetlîama Roboskê, şerê xendekan, kuştinên li wan bajaran, kuştinên kiryar, îşkeneceyên li girtîgeha Diyarbekirê û qedexeya li ser zimanê Kurdî mijarên berhemên hunermend in.

''Li wê pêşengê CHP û HDP li rex hev in. Hûn dixwazin çi paqij bikin, hewla we jibo çi ye?'' got Soylu û destnîşan kir ka hunermend cih daye kesên ku ji aliyê PKK'ê ve hatine kuştin.

Raporta Hatice Kamer ji Diyarbekirê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

XS
SM
MD
LG