Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke El Şebab de Herî Kêm 7 Kes li Somalî Hatine Kuştin


Karbidestên Somalî ragihand ku di êrîşeke koma tundrê El Şebab de herî kêm 6 leşker û kameravanek li nêzî paytext Magadîşu hatine kuştin, 13 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestan got ku êrîş li nêzî bingeheke leşkerî ya bajarokê Awdhegle ya 70 km başûrê paytext qewimî û maşîneyeke bombebarkirî di êrîşê de hate peqandin.

Çekdarên El Şebab dû re ji du alîyan êrîş birin ser leşkeran, lê piştî bersîvdana hêzên hikûmetê, ew neçar man paşve bikişin.

El Şebab îdia kir ku di êrîşê de bi kêmî ve 50 leşkerên hikûmetê hatine kuştin û walîyê xwecîhî Ibrahîm Adan Necah ji VOA re got ku 23 endamên El Şeban hatine kuştin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG