Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Şer Û Pevçûnên Çekdarî li Somalê Hene


Serokê Somalî Mihemed Ebdullahî Farmajo,
Serokê Somalî Mihemed Ebdullahî Farmajo,

Ajansa Reuters ji zarê welatîyan ragihand ku îro Yekşemê li kolanên paytext Mogadîşu di navbera alîgirên Serokê Somalî Mihemed Ebdullahî Farmajo û yên ku dijî dirêjkirina dema seroktîya wî ne, pevçûn derketine.

Helîma Osman, rûniştvana herema Fagah ya li Mogadîşu, piştî ku şahidên Reuters li paytext dengê guleyan bihîstîn, wiha got:

"Li ser kolana Fagah di navbera hêzên hikûmetê û hêzên leşkerî yên alîgirên opozîsyonê de pevçûnên çekdarî hene. "

Farmajo, di nîvê meha Nîsanê de bi armanca du salên din dema seroktîya dirêj bike, qanûnek nû îmza kiribû.

Ev qanûn, rexne, hêrs û nerazîbûnên tund yên opozîsyona Somalîyê mezintir dike û herwiha peywendîyên wî yên Rojavayî û alîkarên din re xirab dike.

Somalî ku di 1991'de ket di nava şer û kaosê de, bi alîkarîya navneteweyî hewl dide ku desthilatdarîya hikûmeta navendî jinûve saz bike û niştîman jinûve rêk bixe.

Pêknehatina hilbijartinên ku divê di Sibatê bihatana kirin bû sedema krîzek nû ya metirsîdar.

Şahidekî Reutersê dîtîye ku çar wesayîtên leşkerî li herema Fagah hatine bi cîh kirin.

Civata jêrîn ya parlamentoya Somalî qanûnek nû qebûl kir ku desthilatdarîya Mihemed du salên din dirêj dike, lê biryar ji hêla civata jorîn ve hate red kirin.

XS
SM
MD
LG