Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Somalî Êrîşeke Nû Bir Ser Çekdarên El-Şebab


Artêşa Amerîka îro Çarşemê ragihand ku li Somalî, li dijî rêxistina El-Şebab, ku peywendîya wê bi El-Qaydê re heye, êrîşeke esmanî ya nû li dar xistîye.

Pentagon’ê da zanîn ku êrîş 480 kîlometre li başûrê rojavayê Mogadishu ya paytaxta Somalî pêk hatîye û ser hejmara çekdarên kuştî ti agahî neda.

Roja Duşemê jî, Artêşa Amerîka dîyar kiribû ku êrîşeke esmanî birîye ser çekdarên El-Şebab..

Pentagon’ê da zanîn ku jibo ewlehîyê, niha hûrgilîyên operasyonê nadin.

Piştî El-Şebab di sala 2011’an de ji Mogadishu ya paytaxta Somalî hat derxistin, piranîya navçe û bajarên ku di bin kontrola wê de bûn, ji dest derketin.

Lê, rêxistina tundrê bi taybetî li başûrê Somalî êrîşên çekdarî û bombeyî didomîne.

El-Şebab hewil dide ku hikûmeta Somalî ji desthilatê gêr bike û li wî welatî qanûnên Îslamê ragihîne.

XS
SM
MD
LG