Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa xwekuj ya li Paytexta Somalî Kuştî û Birîndar Hene


Dîmeneke ji êrîşeke li paytext Mogadîşu ya Somalî (Arşîv)
Dîmeneke ji êrîşeke li paytext Mogadîşu ya Somalî (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya dewletê SONNA ragihand ku li paytexta Somalî Mogadîşu îro Sêşemê di êrîşeke xwekuj de herî kêm 4 kes hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

SONNA'yê zanîn ku êrîş ji alîyê xwekujerekî ku xwe di çayxaneyekê ya de li derveyê bingeheke leşkerî teqandîye, pêk hatiye.

Welatîyan jî got ku di dema êrîşê de hejmarek sîvîl û leşkeran li wir vedixwarin.

Bingeha Nacnac ku pêqîn li derveyî wê pêk hatiye, li nêzî bingeheke din ya leşkerî ya Tirkîyê cîh digire.

Tirkîyê li wê bingehê alîkarîya perwerdehîya hêzên leşkerleşkerî yên Somalî dike.

Heta niha ti kesî yan rexistinê berpirsîyarîya êrîşê ranegihandîye.

Lê, koma Îslamî El Şebab pir caran li Mogadîşu û li heremên din yên Somalî êrîşên bombeyî û çekdarî pêk tîne.

El Şebab dixwaze ku hikûmeta navendî ya Somalî têk bibe û li ser bingeha cureya tund ya qanûna Şerîatê ya Îslamî serwerîya xwe ava bike.

XS
SM
MD
LG