Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Somalîyê Qebûl Dike ku Dema Seroktîya Xwe Dirêj Neke


Serokê Somalî Mihemed Ebdullahî Mihemed

Serokê Somalî Mihemed Ebdullahî Mihemed îro Çarşemê dîyar kir ku dê êdî dirêjkirina dema seroktîya xwe ya bo 2 salan daxwaz neke.

Mihemed, piştî guvaştinên navxweyî û navneteweyî îro ji pêkanîna qanûna bi pirsgirêk ya derbarê direjkirina seroktîya wî ya bo 2 salan ya ji hêla Civata Jêrîn ya Parlamentoyê îro bi rengekî fermî paşve gav avêt.

Di axaftinek televîzyonî de, Mihemed ragihand ku ewê roja Şemîyê derkeve pêş Civata Jêrîn ya Parlamentoyê da ku ji parlamenteran bixwaze ku peymana sala borî ya di navbera hikûmeta federal û serokên pênc eyaletên welat û walîyê Mogadîşo de, jinûve binirxînin.

Peymana ku mîna "Peymana 17'ê Îlonê" tê naskirin, bo bijartina parlamenterên federal, banga hilbijartinên nerasterast dikir. Wê piştre parlamenteran serokomarê Somalî hilbijartina.

Civata Jêrîn a Parlamentoyê ev peymana di 12'ê Nîsanê de, bi sedema şaxên rêvebir û qanûndanînê bo hilbijartinên giştî karibin amadekarîyan bikin, seroktîya Mihemed bo 2 salên din, dirêj kir. Mihemed, ew biryar di 13'ê Nîsanê de îmza kirbû.

Erka serokomar Mihemed di 8'ê Sibata 2021'an de bidawî bû, hevdem çaxê desthilatdariya parlamentoyê jî di 27'ê Berfanbara 2020'an de qedyabû.

Ev qanûn, rexne, hêrs û nerazîbûnên tund yên opozîsyona Somalîyê mezintir kiribûn û herwiha peywendîyên wî yên Rojavayî û alîkarên din re xirab kiribû.

Mihemed jibo danûstandinên demûdest bang li îmzakerên Peymana 17'ê Îlonê kir da ku pêkanîna peymanê ya bê şert û merc nîqaş bike.

Piştî pevçûnên roja Yekşemê, di navbera 60.000 û 100.000 kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin; ku metirsîya şerê di navbera aligirên çekdar yên Mihemed û yên dijî wî derketibû holê.

Serokwezîr Mihemed Huseyîn Roble peşwazîya daxuyanîya Serokomar Mihemed kir.

Hevdem, Roble daxwaz ji tevahîya alîyan kir ku di çarçoveya peymana 17'ê Îlonêde jibo hilbijartinan amade bibin.

Li kolanên paytext Mogadîşu di navbera alîgirên Serokê Somalî Mihemed Ebdullahî Mihemed û yên ku dijî dirêjkirina dema seroktîya wî ne, pevçûn didomyan.

Lê, daxuyanîya serok Mihemed ya îro, di navbera hin hêzên ewlehîyê de ser bingeha êşîran de dabeşkirin çêkir.

Endamên opozîsyona Somalî red kirin ku xwe ji çeperên li Mogadîşu paşve vekişînin.

Serokwezîr Roble ji wan xwest ku vegerin cih û wargehên xwe, û hevdem bang li rêberên opkir da ku hemî dijminahî û kiryarên ku aramîya Somalîyê têk dibin, rawestînin.

Somalî ku di 1991'de ket di nava şer û kaosê de, bi alîkarîya navneteweyî hewl dide ku desthilatdarîya hikûmeta navendî jinûve saz bike û niştîman jinûve rêk bixe.



XS
SM
MD
LG