Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de 6 Kes li Somalî Hatine Kuştin


Di êrîşeke bombeyî de bi kêmî ve 6 kes li Mogadîşu ya payexta Somalî hatine kuştin, 16 kesên din jî birîndar bûn.

Êrîş li hember avahîyeke hikûmetê ya li taxa Hodan ya Mogadîşu hate kirin û dûyên stûr li esmanê bilind bûn.

Rojnamevanekî Reutersê ragihand ku wî termên 5 û beşên bedena kesekî din jî li cîhê bûyerê dîtine.

“Di êrîşê de heta niha 6 kes hatine kuştin, 16 kesên din jî birîndar bûn. Dibe ku hejmara kuştîyan bilindtir e,” rêvebir xizmeta ambulansa Abdulqadir Abdurahman ji Reutersê got.

Rêxistina îslamî ya tundrê El Şabab di daxuyanîyekê de got ku mîlîtanên wê ew êrîş pêk anîye.

XS
SM
MD
LG