Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Somalî Dibêje Teqîneke Mezin li Paytexta Welêt 20 Kesan Dikuje


Li welatê Somalê polîs îro Şemiyê got teqîneke mezin bi kemyoneka bumbekirî li paytexta welêt 20 kes kuştin. Teqîn li gor rûniştvanan ew ya herî bi hêze ku li dirêjiya salan dibe.

Teqîna ku Hotêlek ji xwe re kir armanc li navçeya Hodan, bi kêmanî 15 kes jî birîndar kirin.

Berpirsê polîs Mihemed Hisên got hêzên ewlekariyê kemyon ji cihê wê dibirin piştî lê ketin gumanê.

Polîs got xelk di nava kavilên Hotêla Sefarî de man ku bi awakî berferh hat hilweşandin piştî teqîne.

Hotêl nêzîkî wezareta derve ya Somalê ye.

Ta niha kesî berpirsiya xwe li dor teqînê ranegihandiye, lê gurûpa tundrew a Somalê El-Şebab, di van demên dawî de êrîşên xwe gurtir kirin e li seranserî başûr û navenda welêt.

XS
SM
MD
LG