Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîneke Xwekujî li Somalê Herî Kêm 8 Kesan Dikuje


Otombêleke bumbekirî li paytexta Somalê îro Şemîyê karwanekî hikpûmetê kire armanc û di encamê de herî kêm 8 kes kuştin, li gor gewahîderên ku ji ajansa Reutersê re ragihand.

Peyvdarê operasyonên leşkerî yê grûpa Al-Şebab ya girêdayî Al Qaîde, Abdiasis Abu Musab ji Reutersê re got ku ew berpirs in li dor êrîşa îro Şemîyê.

Grûpa Al-Şebab, ku dixwaze hikûmeta wî welatî birûxîne û yaseya şerîeta Îslamî bisepîne,caran teqînên wiha dike.

Ajnasa nûçeyan a hikûmeta Somalê ragihand ku karwanê hatî êrîşkirin ew yê mezinê berpirsê polîs Ferhan Qarole bû, ku bi xwe ji êrîşê rizgar bû.

Şifêrekî bi navê Hessan Sayid Ali li cihê bûyerê ji Reutersê re got ku wî 8 term li ser erdê dîtin ku di nav wan de jinek jî hebû.

Teqîn li çateriya Banadir ya Mogadisho ya paytet bû.

XS
SM
MD
LG