Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîn li Somalya 7 Kuştî di Nav de Leşker Hene


Polîsê Somalya roja Çarşemê ragihand ku herî kêm 7 kes hatine kuştin û 11 kes birîndar bûne di encama peqîna otombîlek bombekirî de li derveyî avahiyê bingeha polîsan li bajarê Magadîşo paytexta Somalya.

Komela Al Shabab ya tundrê xwe berpirs ji êrîşê ragihandî ye.

Efserê polîs Abdî Qanî Mohamed Qalaf peyvdarê polîsan gotiye, xwekujê yekê hewil daye êrîşî bingehê polîsan yê nêzîkî riya Afqoyî ya berê bike, lê biser neketîye.

Herwiha wî got "Dibe ku gelek kesên din kuştibane eger nehatbaye rawestandin." Peyvdar dibêje, 2 leşker û 3 kesên ku di wê demê de derbaz dibûn di nava kuştiyan dane.

Doktor Haşim Sultan li nexweşxana bajêr gotiye Ajansa Assosiated Press AP, wan heta niha 13 birîndar wergirtine, lê 2 birîndar di dema gehiştina nexweşxanê de canê xwe jidest daye û yên din jî jiber perçeyên bombeyê birînên wan giran in.

Gelek caran tevgera tundrê ya Al Şabab êrîşî herêmên diyar yên paytext Maqadîşo dike, çavdêr hişyariyê didin ku komelên tundrê yên girêdayî Al Qaîdê dê rewşa siyasî ya aloz niha li welat bikar bînin jibo êrîşên din li paytextê.

Li gor datayên Netewên Yekbûyî di vê hefteyê de heta niha 10an hezar kesan malên xwe bicih hiştine û ji paytext Maqadîşo reviyane, piştî ku şer û pevçûn di navbera grûpên nakokbar yên leşkeran de derketin, li roja Yekşemê bi sedema dirêjkirina xoleke nû ya desthilatdariya serokê welat Mohamed Abdullah.

XS
SM
MD
LG