Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Kamyoneke Bombekirî de li Somalya Herî Kêm 10 Kes Hatine Kuştin


Peqîna Somalya
Peqîna Somalya

Polîsan ji Reutersê re ragihand ku roja Şemîyê di encama teqîna kamyoneke bombekirî de li xaleke kontrolê li bajarokê Baldwin li navenda Somalîya herî kêm 10 kes mirin.

"Heta niha 10 kuştî di nav de leşker û sivîl hene û zêdetirî 10 kes jî birîndar bûne, hejmara kuştiyan zêdetir dibe."

Heta amadekirina vê raporê ti aliyekî berpirsyariya xwe ji êrîşê ne ragihandîye.

Di 24’ê Tîrmeha de jî li paytext Mogadîşoyê di êrîşa li dij bingeheke leşkerî de, herî kêm 20 leşker hatibûn kuştin.

Tevgera Alşabab ya girêdayî El-Qaîde berpirsyariya êrîşa li dijî akademiya perwerdeya leşkerî girtbû ser xwe.

Tevgera Alşabab ya El-qaideyê li Somalya ji sala 2007 û vir ve hewil dide hikûmeta Mogadîşo ya ku ji aliyê rojava ve tê piştevanî kirin ji nav bibe.

Ew rêxistina tundrê heta niha dikare êrîşan encam bide, her çende sala 2011an ji Mogadîşoyê hatbû derxistin, herwisa êrîşa mezin ya hêzên hikûmetê bi piştevaniya hêzên esmanî yên Amerîkî û hêzên Yekîtiya Afrîqayê di sala 2022ê de derbeyên giran xwar bûn.

Lê hêjî herêmên berfireh yên li derveyê paytext Mogadîşo hene ku li jêr kontrol wê rêxistina tundrê ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG