Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gordon Sondland: Alîkarîya Leşkerî ya ji Ukrayna re bi Şerta Lêpirsînê Hatibû Girêdan


Dîplomatê Amerîkî Gordon Sondland, ku îro li pêş Civata Nûneran şahidî kir û bersîva pirsên komîsyona lêpirsînkirina Serokê Amerîka Donald Trump da.

Sonland got ku tevî ku Trump înkar kiriye, wî alîkarîya leşkerî ya ji Ukrayna re bi şerta pêkanêna hîn lêpirsînan girêdabû ku ji hêla Kîveyê werin kirin û ji alîyê sîyasî ve alîkarîya Trump bike.

Sondland, ku balyozê Amerîka yê Yekîtîya Ewrupa bû, ji Komîteya Îstixbaratî ya Civata Nûneran re got ku alîkarîya leşkerî ya ji Ukrayna re, bi şerta ku beramber wê alîkarîyê, lêpirsîn li ser Joe Biden û lawê wî Hunter were vekirin.

Sondland wek karsazekî dewlemend tê zanîn û wî bi mîlyon dolaran piştgirîya diravî dabû Trump û dû re ji hêla wî ve wek balyozê Amerîkî yê li Brukselê hatibû erkdar kirin.

Wî ji komîtê re got ku parêzêrê taybet yê serok Trump, Rudy Giuliani ji alîyê wî ve wek berpirsê peywendîyên bi Ukrayna re hatiye danan û wî nexwest ku bi wî re bixebite jiber ku ew erkdarkirin li dijî rêbazên Wezareta Derve ye.

Sondland bi berdewamî got ku Giuliani li ser navê Trump ji karbidestên Ukraynî re, bi vekirî got ku Serok Trump ji rêberê Ukraynî Volodymyr Zelenskiyxwest ku bi eşkereyî ragihîne ku dijî Joe Biden û kurê wî lêpirsîn hatiye vekirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hunter Biden jibo kompanîya Burisma ya gaza xwezayî ya Ukraynî dixebitî û sazîyên îstixbaratî yên Amerîkî di giheştibûn nêrîneke ku rola ukrayna di hilbijartina 2016'an de çênebûye.

XS
SM
MD
LG