Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dronên Tirkiyê li Dêrikê Êrişî Ser Hêzên Asayîşê Dike


Êrîşa Dronan li Dêrikê
Êrîşa Dronan li Dêrikê

Îro Çarşemê 28ê Sibatê, serê sibê bi dema Qamişlo 4 Dironên Tirkîyê di 4 êrîşan de hejmarek otombîl li devera Dêrikê armanc girtin.

Du otombîl li pêş dergehê Dêrikê û ya 3'an jî, li benzînxaneyekê li bajarokê Xanaserê û ya 4'an li gundê Wanikê ya bi ser Dêrikê ve.

Li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka bi destxitin, yek ji otombîlên hatine aramc girtin ya hêzên Sotoro ye ku girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirên ya herêma Cizîrê ye.

Di encama van êrîşan de 3ê Endamên Sotoro hatin kuştin , 5 jî birîndar in ku 3ê ji wan sivîlin.

Berdevkê Sotoro Ekad Hina di daxuyanîyek Taybet de ji bo Dengê Amerîka anî ziman ku di dema dironek Tirkîyê otombîlek li Dêrikê Armanc girt, dewreyek hêza Sotoro diçû cihê bûyerê, li rastî êrîşek dironekê ve hat, û otombîlek din, ku birîndar vediguhetin nexweşxanê rastî êrîşekê ve hat.
"Di encama êrîşê de 3 endamên me şehîd ketin, 8 birîndar hene, 6 sivîl jî di nav wan de hene." Ekad Hina got.

Hêza Sotoro ku hêza ewlekarîya hindrîn ya bi ser Mecilsa leşkerî ya Suryanî ye, û jêr sîwana Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrîyêde kar dike.

Birîndar hatin veguhsetin nexweşxana Dêrikê, û yek ji otobîlên armanc kirî, ya ku birîndarên êrîşa yekê vediguhstin nexweşxanê ew jî armanc hat girtin.

Li Dêrikê gazîya pêdivîya xwînê hat ragihandin, û bi sedan kes berê xwe dan nexweşxanê ji bo xwîn bexşînê.

XS
SM
MD
LG