Serokê Amerîkayê Donald Trump û endamên Kongresê hejmareke mêvan bo gotara salane ya serok, ku Sêşemê bi şev pêk tê, vexwendine.
Vexwendina mêvanan bo vê helkeftê bûye kevneşopîyek bi mebesta destnîşankirina destpêşxerîyên siyasetên rêvebirîyê.
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt ji kanala Fox News re got ku di nav lîsta mêvanên Trump de leşker û Amerîkayên asayî cih digirin.
Di nav mêvanên Xanima Yekem Melania Trump de jî hinek kes hene ku dê karê wê yê ji bo alîkarîya zarokan û fêrbûna Hişberîya Çêkirî (AI) diyar bikin. Xwendekar Everest Nevraumont û çalakvana mafên zarokan Sierra Burns cih digirin.
Serokê Civata Nûneran ya Kongresê Mike Johnson jî Claire Lai, keça karsazê medya yê demokrasîxwaz Jimmy Lai yê zindankirî, vexwendîye.
Jimmy Lai, ku ji Hong Kongê ye, di zindaneke Çînê de ye.
Johnson di daxuyanîyekê de got ku Lai “di zindaneke Çînî de ye ji ber ku wî berevanîya peyva azad kiriye û li dijî zordarîya totalîter ya Partîya Komunîst ya Çînî axivîye.”
Serokê Civata Nûneran herwiha esmanger Reid Wiseman, Victor Glover, Christina Koch û Jeremy Hansen vexwendîye. Li ber e ku ev astronat di mehên pêş de biçin ser heyvê, wekî beşek ji erkê ajansa asmanî ya Amerîkayî NASA.
Rêberê Demokratan li Civata Nûneran Hakeem Jeffries malbata çalakvanê mafên sivîl Jess Jackson vexwendîye. Jackson hefteya borî di temenê 84 salî de mir.
Brad Schneider, endamê Civata Nûneran yê Demokrat, Rick Woldenberg, xwedîyê kompanîya Learning Resources vexwendîye. Ew kompanî yek ji dozdarên dozekê bû ku Dadgeha Bilind hefteya borî tê de biryarên baca gumrikê ser welatên cîhanê red kiribû.