Li Herêma Kurdistana Îraqê (KRG) îro Duşemê di du êrîşên esmanî yên cuda de bi giştî 6 sivîl hatin kuştin û yek jî birîndar bûn.
Li gor daxuyanîyên karbidest, jêder û ragihandina medya xwecehî, her du êrîşên esmanî bi dronan ji alîyê artêşa Tirkîyê ve hatine kirin.
Êrîşa dronî ya yekê, li gundê Bamişmişê yê bajarokê Dînarte hatiye kirin û di encamê de hevjînên zewicî Cafer Celal Xalid Zêbarî (58 salî) û Tutê Akreyî (47 salî) hatine kuştin.
Dînarte girêdayî bajarokê Akrê ya parêzgeha Duhokê ye.
Berpirsê bajarokê Dînartê Serbest Sebrî ji Rudawê re got ku "di bombebarana Tirkîyê de 2 sivîl şehîd ketin.”
Runiştvanên gundê Bamişmişê got ku her du qûrbanîyên êrîşê ji gundê Nipaxê yê Dînartê ne û ew li wê derê çêlekan xwedî dikin û lê maleke wan li Bamişmişê heye jî heye, ku her roj jibo xwedî kirina çêlekên xwe ji wir diçûn Nipaxê.
Li gor ragihandina şahîdan êrîşa dronî qasî 6 kîlometreyan nêzî gundê Bamişmişê pêk hat, dema ku Cafer Tutê bi gundiyên din re derbazî herêmê dibûn.
Êrîşa dronî ya duyê, li bajarokê Ranya ya parêzgeha Silêmanî pêk hat, li pêşîya xwaringeheke li gundê Girdecanê, li ser rêya Çarqurne-Xelekanê.
Di êrîşa li Ranya de, dronan otomobîleke hat bomberan kirin û di encamê de 2 jin, 2 mêr bi giştî 4 kes hatin kuştin.
Jêderekî ewlekarîyê li herama Raparîn ya bakurê Silêmanî ji AFP re êrîş wek êrîşa dronî ya Tirkîyê piştrask kir.
" Dronekî Tirkîyê piştî nîvro di seat 3:20’an de piştî nîvro (1220 GMT) li otomobîleke sivîlan xistin û di encamê de 2 jin û 2 mêr hatin kuştin," wî got.
Berdevikê polîsê herema Raparînê, Derûw Qadir dîyar kir ku li Hecîawa di êrîşeke dronî de otomobîleke hatiye armanc kirin, ku di encamê de 4 kes hatine kuştin û yek kes jî birîndar bûye.
Qadir herwiha got ku nasnameyên qurbanîyan heya niha zela nebûne, lê vêkolîna wan didome.
Hat ragihandin ku kesê ku birîndar bûye di dema êrîşê de li pişt otomobîlê li ser motorsîkleta xwe di rê de bû.
Tîmên Aştîçêker yên Civakî (CPT) ya ku navenda wê li Amerîka ye û êrîşên Tirkîyê yên li Kurdistana Îraqê dişopîne, piştrast kir ku êrîş pêk hatiye.
"Du jin û 2 mêr hatin kuştin," Kamran Osman yê ku endamê CPT ye got.
Osman da zanîn ku kesê pêncemîn li ser motorsîkleteke nêzîk birîndar bû.
Ev herem bi dubarekî dibe armanca dronên ji alîyê Tirkîyê ku Enqere dibêje ku li wir şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hene, koma ku zêdetirî çel salan e dijî dewleta Tirkîyê serhildanek e çekdarî rêve dibe.
PKK ku ji alîyê Tirkîye û hevbendên wê yên Rojavayî ve di lîsteya terorê de cîh digire, li Herêma Kurdistana Îraqê xwedî bingehan e.
Hevdem gelek bingehên leşkerî yên Tirkîyê jî li xalên curbecûr yên Herema Kurdistanê hene.
Tirkîyê herî dawî di Nîsana 2022’an de bi îdiya avakirina ewlekarîya sînorê xwe bi bakurê Îraqê re bi hêzên bejayî û esmanî dest bi Operasyona "Pence Kilît" kiribû.
Hikûmeta federal ya Îraqê gelek caran hebûna leşkerî ya Tirkîyê şermezar dike û wek neqanûnî bi nav dike.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Yekşemê serdana Bexdayê kir û bi hevtayê xwe yê Îraqî Fuad Husên re hevdîtin kir.
Fîdan di preskonferanseke hevbeş ya bi Husên de banga pêwîstîya şerekî hevbeş ya heremî ya dijî çekdarên Kurd yên li Tirkîyê, Îraq, Sûrîyê, û herwiha çekdarên Dewleta Îslamî yên li heremê kir.
"Ez dixwazim vê rastîyê bi awayê herî xurt destnîşan bikim: PKK Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê dike armanc. Jibo siberoja herêma me û bextewarîya gelê me divê em dijî terorê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê em bi hemû derfetên xwe DAIŞ’ê û PKK’ê tune bikin," wî got.
Bexdayê vê dawîyê helwesta xwe ya dijî PKK tund kir, û sala borî ew wek "rêxistineke qedexekirî" pênase kir.
Fîdan anî ziman ku Enqere hêvî dike ku Bexda, PKK’ê wek rêxistineke "terorîst" dîyar bike.
Di Tebaxa 2024’an de, Bexda û Enqerê peymanek hevkarîya leşkerî îmza kiribûn ku bi armanca şerê dijî PKKê, navendên fermandarî û perwerdeyî yên hevbeş ava bikin.
Li gor raportek CPT, ji 1991’an û heya 15'ê Tebaxa 2024’an, di êrîşên Tirkîyê li Herema Kurdistana Îraqê, 344 sivîl hatine kuştin û 358 sivîl jî birîndar bûne.
"Hebûna hezên Tirk û operasyonên leşkerî yên Tirkîyê bûne sedema koçberbûna bi hezaran kesan herî kêm ji 170 gundan, dema ku rûnîştvanên 602 gundên din jî di bin xeter koçberîyê de ne, hevdem aborî û debara xwecehî û jiyana resen jî bi awayekî berbiçav têk diçe," raporta CPT eşkere kir.
Li gor tomerek Roj Newsê, di 2024’an de di êrîşên dronî yên Tirkîyê de33 sivîl hatine kuştin û 19 sivîl jî birîndar bûne.
Wezareta berevanîyê ya Tirkîyê heya niha di derbarê du êrîşên îro yên li Dînarte û Akre ti daxuyanî nedeya yan jî berpirsî ranegihandîye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heya niha li ser bombebarankirinên ku b ûn sedema 6 kesan, ti daxuyanî belav nekiriye.
Jêder: AFP, CPT, Zoom News, Channel 8, Rudaw, Kurdistan Watch, The Region