Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Başûrê Afrîqa Daxwaza Nemana Parlamenê Dike


Mîtînga li bajarê Cape Town, li dij serok Jacob Zuma
Mîtînga li bajarê Cape Town, li dij serok Jacob Zuma

Partiya Hevpeymanîya Demokratîk ya opozisyon li Başûrê Afrîqa roja Çarşemê daxwaza nehiştina palamenê dike û dibêje divê palamen bihê helkirin û hilbijartinên giştî bihên encam dan.

Berî du rojan Partiya Hevpeymanîya Demokratîk ya opozisyon daxwaz ji parlamenê kir bû daku, baweriyê ji serok dewlet Jacob Zuma bistîne û hilbijartin bihên kirin, lê partîya opozisyon serkeftin bidestve ne anî.

Serokê partiya opozisyon, Mmusi Aloysias Maimane got, ewê sobê roja Pênşemê daxwznamê pêşkeşî Palamenê bikin û divê pirsa nemana parlamenê di zûtirîn dem de bihê gotûbêj kirin.

Serokê nûha yê deweleta Başûrê Afrîqa, Jacob Zuma, ji qewitandinê rizgar bû, li gûr daxwaza partîya Hevpeymanîya Demokratîk, parlamen di hewildanê de bû ku baweriyê ji Zuma bistînin jiber dosiya gendelî û rêvebiriyek xerab ya abûrîya Başûrê Afrîqa.

Mmusi Maimane li bajarê "Cape Town" di kongirek rojnamevanî de got, weha xûyaye ku partiya desthilatdar di rewşa parçebûnê de ye, welatî pêdivî bi destpêkek nû heye.

Wek tê zanîn ku, nûha Kongira Nîştîmanî bi serokatiya Jacob Zuma liser desthilatê ye, ew bi gendeliyê û îdara xerab ya welat tê tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG