Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Beşdarîya di Cama Cîhanê de, Lîstikvanekî Afrîqaya Başûr Mir

Yekîtîya futbolê li Afrîqaya Başûr îro Şemîyê mirina lîstikvanê tîma niştimanî Jayden Adams di temenê 25 salî de piştrast kir.

Sedema mirin lîstikvanê ku berî sê hefteyan ligel welatê xwe beşdarî Cama Cîhanê bûbû, nehatiye ragihandin.

Yekîtîya Lîstikvanên Futbolê yên Afrîqaya Başûr bi koçkirina Jayden Adams xemgîn e. Jayden vê dawîyê nûnertîya Afrîqaya Başûr li Cama Cîhanê ya FIFA'yê kir û hêvîyên welêt bi serbilindî bi xwe re birin," Yekîtîya Futbolê li Afrîqaya Başûr di daxuyanîyekê de got.

Afrîqaya Başûr di sê lîstikên qonaxa grûpan de li Cama Cîhanê lîst. Adams di du maçan de ligel tîma welatê xwe lîst, tevî ku dapîra wî rojekê berî lîstika Afrîqaya Başûr ligel Çekyayê miribû.

Ji bilî tîma niştimanî, Adams ligel yaneya Mamelodi Sundowns jî dilîst.

This item is part of
XS
SM
MD
LG