Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Soylu Berevanî li Danîna Qayuman ya Ser Bajarvanîya Qersê Kir

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu bergirî li danîna qayumê ya ser Bajarvanîya Qersê kir û got ku li Qersê hewildanên avakirina rêvebirîya xweser hebû.

Soylu bo ajansa taybet a nûçeyan IHA’ê ragihand ku dadgeh, îstixbarat û hêzên ewlekarîyê tesbît kirine ku bajarvanîya Qersê li gor fermanên çîya tev gerîyaye û di bin bandora kesên ku bi rêxistina terorî tekildar de maye.

Soylu bi berdevamî got ku ew avakirina rêvebirîya xweser qebul nakin û herwiha demokrasî û hiqûq jî vê yekê qebûl nake.

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdirê Habîp Eksîk gotinên Soylu red kir û got ku ew dixwazê tayînkirina qayuman rewa nîşan bide.

“Di meclîsa şaredarîya Qersê de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Tevgera Netewperest (MHP), Partîya Komarî a Gel (CHP) û herwiha partîyên din jî hene. Bîryar bi dengê hemî partîyan dihat wergirtin û wek Soylu got bîryar ji çîya nedihat.”

Eksîk da zanîn ku avakirina xweserîya demokratîk di rêzik nameya HDP’ê de jixwe heye û armanç demokratîkirina Tirkîyê ye.

Cigera Seroka koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li parlamana Tirkîyê di preskonferansê de got ku niha ji 65 bajarvanîyan tenê 6 bajarvanî di destê HDP’ê de mane.

Beştaş anî ziman ku danîna qayuman êrîşa ser vîna gel e.

Hêjayî bîrxistinêye ku hevbajarvanên Qersê Bîlgen û Alaca di serê meha Cotmeyê de bi îdiaya "têkbirina yekîtîya dewletê" û “endamtîya rêxistina terorê” ligel 21 sîyasetvanên Kurd hatibûn zîndan kirin.

Wezareta Karê Navxweyî jî li şûna wan walîyê bajêr wek qayum bo Bajarvanîya Qersê dîyar kiribû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG