Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk 20 Sal Cezayê Zindanê li 7 Xebatkarên Rojnameya Sozcu Birî


Dadgeheke Stenbolê di doza rojnameya Sozcu de 20 sal cezayê zindanê da 7 nivîskar û xebatkarên wê rojnameyê.

Sozcu piştgirîya damezrênerê Tirkîyê Mustefa Kemal Ataturk dike û rexneyan li serokomarê Tirkiyê, herwiha li hikûmetê û tevgera Gulen dike.

Lê, balkêş e ku rojnamevan bi piştevanîya tevgera Gulen hatin ceza kirin.

Ji nivîskarên serekî yên rojnameyê Emîn Çolaşan û Necatî Dogru re 3 sal û 6 mej ceza hat birîn. Ji Gerînendeyê Giştî Metîn Yilmaz re û Gerînendeyê Weşanê Musta Çetîn re jî 3 sal û 4 meh ceza hat birîn.

Gerînendeya Nûçeyan Medîha Olgun, di sala 2017'an de 120 roj li zindanê mabû, lê ev car dadeghê Olgunê beraat kir.

Avuqatên rojnameya Sozcu ragihand ku ewê dijî cezayê serî li dadgeha bilindtir bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gor pêzanînên Sendîkaya Rojnamevanan ya Tirkîyê (TGS) 115 rojnamevan û xebatkarên medyayê li Tirkîyê niha girtî ne.

XS
SM
MD
LG