Îrlanda, Norwec û Îspanya îro Çarşemê ragihand ku ewê Filîstînê bi fermî wek dewleteke serbixwe nas bikin.
Serokwezîrê Îrlanda Simon Harris îroja Çarşemê ragihand ku Îrlanda wê dewleta Filîstînê nas bike û ew li bendê ne ku dewletên wek Îrlanda, Îspanya û Norwêc jî di hefteyên pêş de gavên bi wî rengî bavêjin.
“Îro Îrlanda, Norwêc û Îspanya radigihînin ku em dewleta Filistînê nas dikin. Her yek ji me niha jibo pêkanîna wê biryarê çi gavên neteweyî hewce bike wê bavêjin, “Harris di preskonferansekê de got.
Wezîrê Derve yê Îrlandî Micheal Martin jî Martin li ser X’ ê ragihand ku Îrlanda dewleta Filîstînê wê di 28’ê Gulanê de bi fermî nas bike.
Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store jî îro dîyar kir ku Norwêc wê di 28’ê Gulanê de, Filîstînê bi fermî wek dewlet nas bike.
Store got ku ger Filîstîn neyê nas kirin li Rojhilata Navîn aştî çênabe.
Norwêc, ku ne endamê Yekîtîya Ewrupa ye, piştgirîyeke xurt ya çareserîya du dewletî ya kêşeya Îsraîl û Filîstînê ye.
Serokwezîrê Spanya Pedro Sanchez îro Çarşemê dîyar kir ku civata wezîran wê di 28’ê Gulanê de Filîstînê wek dewleteke serbixwe nas bike.
Sanchez li parlamana Îspanî got ku kabîneya wî di 28’ê Gulanê de naskirina dewleta Filîstînê bipejirîne.
Sanchez herwiha got ku hevtayê wî yê Îsraîlî Benjamin Netanyahu bi polîtîkaya xwe ya "êş û wêrankirinê" ya li Kerta Gaza, çareserîya du dewletan dixe xeterîyê.
Îrlanda, Îspanya, Slovenya û Malta dibêjin ku ewê Filîstînê wek dewleteke serbixwe nas bikin da ku nîşan bidin ku çareserîya du dewletan jibo aştîya mayînde li herêmê girîng e.