Karbidestên Îspanî îro Çarşemê hişyarî dan ku ger Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo şerê dijî vîrusa korona nikaribe helwesteke darayî ya hevbeş bigire, sibêroja wê di xeterî de be.
Piştî ku YE li ser piştvanîya bo hinek welatên endam, ku rewşa aborîyên wan jiber vîrusa korona xirab bûye li hev nekir, ev hişyarî hat ragihandin.
Berdevka hikûmetê Maria Jesus Montero got ku ger YE di peyvajoya krîzan de bi hevre tevnegerin, Ewrupî wê bawerîya ji YE re hinda bikin.
Wezîrê Çandinîyê Luis Planas jî ev fîkar dubare kir û got ku ev pirsgirêkek sibêroja Yekîtîya Ewrupa dike xeterîyê.
Tevî ku wezîrên darayî yên YE di danûstandinên ku tevahîya şevê berdewam kiriye de, li ser peymanekê li hev nekirine û civîna xwe heta roja Pêncşemê paş xistine jî, her du wezîr geşbînîya xwe dîyar kir ku danûstandinên sibêrojê dê encamên erênî derxînin.
Jêderên agahdar dibêjin ku pirsgirêka di navbera Îtalya û Hollanda rêgirî dike ku di zelalkirina şert û mercên alîkarîya welatên dewlemend ya ji hikûmetên ku dijî vîrusa korona şer dikin re pêşveçûn çêebin.
Jiber vê rewşê rêketin çênebûye ku peymana alîkarî ya bi nîv trîlyon euroyê were îmza kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji dema krîzên darayî û herema euro dehsal berê destpê kiriye vir ve, qebûlkirina deynê hevbeş di navbera dewletên başûr yên aborîyan wan nebaşe ku wekî Îspanya û Îtalya û dewletên bakur ku aborîya wan baştire ku Almanya û Holanda rêbertî dikin de, bûye xeta şer.
Dayîna deynan tim di navbera welatên bakur yên dewlemend yên wek Almanya û Hollanda û yên xizan yên başûr yên wek Îspanya û Îtalya de bûye pirsgirêkeke mezin
Lê Îspanya,Fransa,Îtalya û welatên din dibêjin ku alîkarîya welatên zengîn ne bes e û ew krîz ezmûna ser hebûna Yekîtîya Ewrupa ye.