Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Dê li Fînala Kupaya Cîhanê ya Jinan Bilîze


Îspanya di Kupaya Cîhanê ya Jinan ya 2023’an de Swêd bi skora 2-1 têk bir û xwe gihand fînalê.

Maça nîvê fînalê li Eden Park ya li Auckland ya New Zealandê hat lîstin.

Encama maçê di 10 deqîqeyên dawî de dîyar bû.

Îspanya di deqîqeya 81’an de bi gola Paralluelo ket pêşîyê û di deqîqeya 88’an de Swêdê bi gola Blomqvist bersîv da.

Di deqîqeya 89’an de Carmona gol avêt û Îspanya gihand fînalê.

Bi vê encamê Îspanya di dîroka xwe de cara pêşî dê li fînalê bilîze.

Fînalîsta din dê sibê Çarşemê bi maça Australîa - Brîtanya dîyar bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG