Nobedarên deryayî yên Spanya got wan bêhtirî 930 koçber li Derya Sipî rizgar kirin û termên 4 kesên xeniqî roja Înê û Şemiyê dîtin.
Ev rizgarkirin tê di demekê de nakokî di navbera welatên Yekîtiya Ewrupî de, li dor çonîtiya çereserkirina vê pirsgirêkê, derdikevin holê.
Nobedaran got wan 507 koçber ji 59 qeyîkên biçûk rizgar kirin li tengava çiyayê Tariq, û termên çar kesan jî li wir dîtin.
Frensa pejirand ku çend sed koçberên hatî rizgarkirin wergire.
Piştî redkirina hikûmeta Îtalya û Malta, Spanya pêşwazîkirina koçberan erê kir.
Serokwezîrê Spanî Pedro Sanchez got ew alîkariya serokê Frensa Emmanuel Macron bi bilindi dinirxîne, û bawer e ku pêwîste bibe şêweyekî lihevkirinê di navbera welatên Ewrupî de ji bo pirsgirêka koçberan.