Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Spanyayê Bû Qehremana Cama Cîhanê ya 2026

Tîma Spanyayê ya futbolê bû qehremana Cama Cîhanê ya 2026 piştî ku îro Yekşemê di maça dawî de li hember Arjentînê bi encama 1-0 biser ket.

Ev cara duwem e di dîrokê de ku Spanya Cama Cîhanê bidest dixîne. Lîstika ku li stadyuma MetLife li New York-New Jersey birêve çû, bi encama 0-0 di dema orîjînal de bidawî bû.

Lîstikvanê Spanyayê Ferran Torres piştî dirêjkirina demê di xuleka 106'an de golê serkeftinê bo welatê xwe tomar kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li lîstikê amade bû û piştî bidawîbûna yarîyê, ligel Serokê FIFA'yê Gianni Infan Cama Cîhanê pêşkêşî kaptanê Spanyayê Rodri kir.

Spanyayê geşta xwe ya serkeftinê di vê Cama Cîhanê de bêyî şikestin bidawî kir, anku di ti lîstikan de têk neçû. Ji destpêka pêşbirkê ve, ew di hemû yarîyên xwe de biserket ji bilî lîstika destpêka ya li hember Cape Verde.

Spanyayê herwiha baştirin berevanîya qehremanîyê derket, ji ber di hemû heşt yarîyan de tenê golek lê hat tomarkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG