Lijneya Hilbijartinê ya Federal ya Almanyayê encamên fermî yên pêşwext yên hilbijartina giştî eşkere kir.
Li gor daxuyanîya Lijneyê, Partîya Sosyal Demokratan (SPD) di hilbijartinê de , 25.7 ji sedî deng wergirtiye û bûye partîya yekê.
SPD'yê Wezîrê Darayî, Olaf Scholz wek berbijerê serokwezîrîyê nîşan daye.
SPD ya ku li gor hilbijartina 2017'an puanê xwe 5.2 ji sedî zêde kiriye, ji 2002'an vir ve bo cara ewil di hilbijartinê de bû partîya yekê.
Koalîsyona Partîyên Yekîtîya Xirîstiyanan (CDU/CSU) 24.1 ji sedî deng wergirtine û bûye partîya dudya.
CDU/CSU, Armin Laschetê, Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan wek berbijerê serokwezîrîyê, nîşan daye.
Dengên CDU/CSU'yê li gor hilbijartina 2017'an 8.9 ji sedî, kêm bûye.
Bi vî encamê CDU/CSUyê ji Şerê Dudya yê Cihanê vir ve, di hilbijartinên giştî de rêjeya herî kêm ya dengan wergirtiye.
Partîya Kesk dengên xwe li gor hilbijartina 4 sal berê 5.8 puan zêde kiriye û bi 14.8an bû partîya sîsyan.
Partiya Kesk bi vê encamê rêjeya herî bilind a dengan a di hilbijartinên giştî da bi dest xist.
Partîya Demokratên Azad (FDP) ku puanê xwe 0.7 zêde ji sedî kiriye ; bi 11.5'an ji sedî bûye partîya çaran.
Partiya Alternatîf ya Almanya (AFD) ya dijî koçberî û Îslamê ye jî li gor 2017'an rêjeya dengên wê 2.3 ji sedî daketiye û bi 10.3'an va bûye partiya pêncan.
Dengên Partîya Çep jî li gor hilbijartina dawî 4.3 kêm bûye û bi 4.9'an ve bûye partiya şeşan.
Li gor encamên fermî yên pêşwext parvekirina parlamenteran ya li meclisê wiha ye:
SPD 206, CDU/CSU 196, Partîya Kesk 118, FDP 92, AFD 83, Partîya Çep 39.