Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Krîstîyan li Srî Lanka Vê Heftê jî Naçe Dêran


Rêberên derên Katolîk li Srî Lanka îro Pêncşemê ragihand ku wan biryar da ku ayînên roja Yekşemê bo hefteyeke din betal bikin.

Rêberên Katolîk dîyar kir ku jiber tirsên berdewam yên piştî êrîşên meha borî, ku pirtir ji 250 kes tê de hatibûn kuştin, ew biryar hate dayîn.

Karbidestên Srî Lankayî ragihand ku piştî îstixbaratên nû ji civata Krîstîyan re hat pêşnîyar kirin ku vê heftê jî li cîhên giştî yînên olî neyên kirin.

Kardînal Malcolm Ranjith hefteya borî li mala xwe merasîma olî pêk anîbû û ew yek di televîzyonê de zindî hatibû weşandin.

Di êrîşan de ku li hember otel û dêran li Kolombo ya paytext û li Batticaloa ya li rojhilata Srî Lanka qewimîbûn, pirnaî Krîstîyan 253 kes hatibûn kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG