Ji destpêka şerê Sûriyê di sala 2011an de, Rûsiya û Îran bi awayekî eşkere piştgirtiya rêjîma Sûriyê kirin û rolek serekî di şerê Sûriyê de lîstin, lê nuha hewldan dibe ku rola Îranê di Sûriyê de kêm bibe û leşkerên xwe ji xaka sûrî vekişîne, bi daxwaza Îsraîlê û hin welatên din di herêmê û cîhanê de.
Di derbarî vê mijarê de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Alan Hesen kir û jê pirsî: Gelo wê çawa rola Îranê di Sûriyê de kêm bibe, û ka wê bersiva Îranê çi be di derbarî vê helwestê de?
Rojnamevan Alan dibêje: "Hemû aliyên di şerê Sûrî de, gihiştine biryarekê ku divê rola Îranê di Sûriyê kêm bibe."
Ji aliyekî din jî wî got ku Rûsiya dixwaze Îsraîl û Amerîka razî bike û gefa Îranê li ser Îsraîlê kêm bike bi taybetî li ser sînorê Îsraîlê.