Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Înî de 16 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Di Xwepêşandanên Înî de 16 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin
Di Xwepêşandanên Înî de 16 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin

Bizavkarên Sûrî dibêjin, di xwepêşandanên roja Înîyê de, herî kêm 16 kes li seranser welêt hatine kuştin.

Kuştinkarî li demekê tên ku giwaştin û nerazîbûnên navnetewî yên li ser tepeserkirina hikûmeta Beşer Esed zêde dibin.

Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe, li Enqerê bang li Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî kir ku pêşnîyareke xûrtir li dijî Şamê amade bike.

Birêz Juppe got, waxt hatîye ku tole û cezayên aborî li ser hikûmeta Sûrîyê werine xûrt kirin.

Alain Juppe her wiha geşbînîya xwe dîyar kir ku welatên ku heta niha pêşnîyareke Civata Ewlehîyê blok kirine, êdî rastîya rewşa li Sûrîyê baştir bibînin.

Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe, waxtekî zûtir ya îro Înîyê ji Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) re got, êdî pir dereng e ku hikûmeta Beşar Esed guhartinan bike.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jî, piştî hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Fransî hişyarî da ku reng e şerekî navxweyî navbêra hêzên hikûmetê û Artêşa Azad ya Sûrîyê derkeve.

Do jî Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov, Berdevkê Wezareta Derve yê Çînî Liu Weimin bang li hikûmeta Sûrî û opozîsyonê kirîbûn ku kêşeya heyî bi rêyên sîyasî çareser bikin.

Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa Catherine Ashton û xalê Beşar Esed ê sirgûnkirî ku qumandarekî kevn yê artêşê ye, do Pêncşemê bang li Serokê Sûrî Beşar Esed kirîbûn ku destilatê berde.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 3.500 kes ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

Sûrîye ji tundî û tîjîyê, terorîstên bi piştgirîya hêzên derve û tundrêyên îslamî gunehbar dike.

XS
SM
MD
LG