Reuters'ê ragihand ku Îsraîlê êrîşî enîyên leşkerî yên Surîyê kiriye.
Karbidestên Îsraîlî dîyar kir ku hin topên ji pevçûna Artêşa Sûrîyê û serhildayên Sûrî li hindurê sînorên wê ketine û jiber vê wan êrîş pêk anîye.
Jêderên Îsraîlê da zanîn ku top li bakurê Girên Golanê ketine û ti kes nehatîye kuştin û birîndar nebûye.
Îsraîlê ragihand ku do Yekşemê êrîş biriye ser du enîyên rejîma Sûrîyê û kamyoneke ku teqemenî bar dikiriye.
Hikûmeta Sûrîyê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku "Îsraîlê jibo piştgirîya komên terorîst êrîşî enîyeke leşkerî kiriye"
Îsraîlê, pêr Şemîyê jî jiber heman sedeman wek bersîvdan êrîşî enîyên Sûrîyê kiribû.