Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Srî Lanka Rewşa Awarte Radigihîne


Srî Lanka piştî êrîşên roja Yekşemê, Rewşa Awarte ragihand.

Di êrîşên li heşt navendan cihê de, ku di nav wan de dêr û otel jî hebûn, 290 kes hatibûn kuştin û bi qasî 500 kes jî birîndar bûbûn.

Karbidestên Srî Lanka piştî êrîşan qedexeya derketina derve ragihandibûn û ew qedexe îro Duşemê bi dawî bû.

Rewşa Awarte dê îro Duşemê piştî nîvê şevê destpê bike.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistinan negirtiye ser xwe.

Polîsên Srî Lanka dîyar dikin ku wan heta niha 24 kes jiber êrîşê desteser kirine.

XS
SM
MD
LG