Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herman Cain Kempeyna Xwe ya Seroktîyê Cemidand


Herman Cain Kempeyna Xwe ya Seroktîyê Cemidand
Herman Cain Kempeyna Xwe ya Seroktîyê Cemidand

Karsazê Amerîkî Herman Cain piştî îdîayên destdirêjîya seksî kempeyna xwe ya jibo berbijarîya seroktîya Komarî cemidand.

Cain biryara xwe roja Şemîyê li bajarê Atlanta ya eyaleta xwe ya dayikbûnê, Georgia dîyar kir.

Herman Cain gunehbarîyên dijî xwe derew û bê bingeh nav kir. Wî ji piştevanên xwe re got, ew gotinên ku belav dibin, jina wî û zarokên wî êşandin. Dema Cain axaftina xwe dikir, jina wî jî ligel Cain amade bû.

Herman Cain di pirsnameyên meha Îlon û Cotmehê de di rêza yekê de bû. Serkeftina wî nişkeve ketibû xwarê, piştî ku çend jin ew bi destdirêjîya cinsî tawanbar kiribû. Di tawankarîya dawî de jineke Georgia'yî îdîa kiribû ku 13 sal in ew û Cain di nav têkîlîya nepênî ya cinsî dabûn.

Tevî biryara cemidandina kempyena xwe, Cain got, ewê neyê bê deng kirin. Wî soz da piştgirên xwe ku naçe derekî.

XS
SM
MD
LG