Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sirri Sureyya Onder ji Girtîgehê Hate Berdan


Sirri Sureyya Onder

Parlementerê bere yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder îro Înê ji girtîgehê hate berdan, piştî ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê do biryar dabû ku azadîya wî ya ramanê hatiye binpê kirin.

Parlamantera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş ji Twitterê ragihand ku Onder hate berdan û wêneya wî ya bi qîza wî re parve kir.

Onder jiber axaftina wî ya di Newroza 2013’an hatibû dadgeh kirin û bi îdiaya “propagandaya rexistina terore” 3 sal û 6 meh ceza zindanê li wî hatîbû birin.

Hêjayî birxistinê ye ku di heman dozê de 4 sal û 8 meh cezayê zindanê li hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî hatîbû birîn.

XS
SM
MD
LG