Lînkên eksesibilîtî

Berdevkê Qesra Sipî Spicer Dest ji Kar Berda


Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer îro Înê dest ji karê we berda, bi sedema ku Serok Donald Trump, karsazê ji New Yorkê, Anthony Scaramucci wek dîrektorê nû ya ragihandina Qesra Sipî destnîşan kir.

Spicer sibeha îro nerazîbûna xwe ji Trump re pêşkêş kir û dû re jî karvekişîne xwe da.

Rojnameya New York Times ragihand ku Trump di demjimer 10ê sibê de, Scaramucci bi fermi ji posta nû re destnîşan kiriye û ji Spicer xwestiye ku li ser karê xwe bimîne, lê wî qebûl nekiriye.

Spicer ji Serok Trump re gotiye ku biryara wî pir çewt e, loma ew nikare karê xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG