Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Turk: Tenahîya Rojhilata Navîn bi Hevalbendîya Kurdan Çêdibe


Sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk dibêje, îstiqrara devera Rojhilata Navîn tenê dikare bi hevalbendîya Kurdan çêbe.

Parlementerê serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Ahmet Turk, do Duşemê di bernameyeke televîzyona Haberturk ya Tirkîyê de, li ser babetên rojevê axivî.

Birêz Turk dîyar kir, Kurd tenê jibo ku maf û azadîyên xwe bidest bixin li rojhilata navîn têkoşînê didin. Wî got, Tirkîye bi hêzên xelet yên opozîsyona Sûrîyê re tevdigere ku ew hêzên opozîsyonê nizanin wê Sûrîyeke çawa bînin şûna rejîma Esed.

Ahmet Turk dibêje, ‘Di rastîyê de li Rojhilata Navîn tekane dostê ku Tirkîye dikare bi wan re hevalbendîyê bike, Kurd in. Lê, Enqere sîyaseteke ku Kurd nebin xwedî statu dide meşandin. Şaşîtî li vir e. Kurdên Sûrîyê hêvî dikirin ku Tirkîye piştgirîya wan bike û wan hembêz bike.’

Birêz Turk li ser alozîya navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wiha peyîvî: ‘Li Îraqê qanûnek hatibû çêkirin. Di yasayê de hatibû dîyar kirin ku, artêşa Îraqê ji 2 sed hezar leşkeran pêk were. Lê, Malîkî ev hejmar derxist 800 hezar leşkeran. Êdî hate wê astê ku ev hêza leşkerî her kesî tehdît dike.’

Ahmet Turk got, ‘Malîkî dixwaze kontrola Kerkûkê bixe destê xwe. Lê, divê Kerkûk bibe xwedî statuyeke pir cuda. Yanî divîyabû rêvebirîyeke hevpar pêk bihata. Jiber ku Kurd li wir bûne xwedî hêzekê Malîkî wisa dike. Jixwe ji nîvî pirtir serjimarîya Kerkûkê jî Kurd in.’

Birêz Turk, li ser nîqaşên rakirina destnedana qanûnî ya 10 parlementerên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) jî da nerazîbûna xwe dîyar kir. Wî got: ‘Li şûna ku dewlet projeyên çareserîyê ragihîne, mixabin nîqaşên wiha tên kirin. Ev neheqîyeke pir mezin e. Lê, eger dixwazin destnedana me rakin ew bi qîma xwe ne.’


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG