Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Opozîsyona Sûrîyê ya Stenbolê Hate Taloqkirin


Ahmed Muaz El Xetîb, rêberê Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê ya opozisyon.
Ahmed Muaz El Xetîb, rêberê Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê ya opozisyon.
Civîna Opozîsyona Sûrîyê ya ku dihat hêvî kirin di rojên 12 û 13’ê Adarê de li Stenbolê pêk were jibo 20’ê Adarê hate taloqkirin.

Koalîsyona Hêzên Mûxalif û Şoreşgerên Sûrîyê ya bi Seroktîya Mûaz El Xetîb, biryar girtibû ku li Stenbolê civînekê saz bike ku li wir Hikûmeta Demkî yan jî Desteyeke Rêvebir jibo herêmên ji destê rejîma Sûrîyê derketine were ragihandin.

Lê ev civîn jiber berdewama gotûbêj û nêrînên cuda yên nav hêzên opozîsyonê, pêşî jibo 2’yê Adarê, piştre jibo 12 û 13’ê meha 3’yan û niha jî jibo 20’ê Adarê hate taloq kirin.

Tê bilêv kirin, ger Opozîsyona Sûrîyê li Stenbolê biryara avakirina hikûmeta demkî yan jî sazîbûneke fermî bistîne, wê li qada navnetewî bêhtir karibe nûnertîya gelên Sûrîyê bike.

Tê ragihandin biryarên li civînê werin girtin rêya danûstandinên fermî ji opozîsyonê re vedike ku ev jî wê çûyîna Esed nêzîktir bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG