Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birîndar: Sîyaseta Kurd Qîmeteke Têr Nade Xebata Kesên Ne ji Wan Bin


Hunermendê Kurd Brîndar, bi eslê xwe ji navçeya bajarê Mêrdînê Nisêbînê ye ku jiber sedemên sîyasî ev 33 sal in li derveyî welat dimîne û hîna li Almanya bajarê Kolnê jiyana xwe didomîne.

Ew ji xeynî helbest û hunera muzîka Kurdî xemxurekî zimanê Kurdî ye ku nivîskarî û rojnamevanîya Kurdî jî dike.

Hunermend Brîndar, jibo beşdarî bernameyekê bibe li Stenbolê bû ku me jî derfet dît jibo Dengê Amerîka li ser hunera wî, nivîskarî û rojnamevanîya wî pê re sohbet bikin.
Hunermendê Kurd, di sala 1976’an de, li Nisêbînê hem stranên Kurdî distre hem jî cara pêşî bi helbestan dest bi nivîskarîyê dike.

Piştre DU romanên Kurdî bi navê ‘Soro’ û ‘Xanê’ dinivîse ku li welatên Ewropî jî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de karê nivîskarîyê û rojnamevanîyê dike.

Brîndar, di mîzaha Kurdî de jî xwedî pênûseke hêzdar e ku di sala 2006’an de yekemîn malpera mîzaha Kurdî www.lotikxane.com ê dixe weşanê ku niha jî weşana wê berdewam dibe.

Ew, jiyana li derveyî welat jî wekî neçarîyekê dinirxîne ku bi mînaka bilbil û qefasa zêrîn şîrove dike.

Hunermendê Kurd, rexneyê dibe ser sîyaseta Kurd ku xwedîtîyeke baş li hunermend û nivîskarên xwe nake.

Brîndar destnîşan dike, jiber ku sîyaseta Kurd wek alîgirîya terîqetan tevdigere qîmeteke têr nade ked û xebata kesên ne ji wan bin.

Ew, herwiha balê dikişîne ser ku sîyaset ketîye xwîna Kurdan û ew bixwe jî yek ji wan kesan e.

Hunermendê Kurd, li ser pêvajoya ku piştî şer û bedelên giran li Tirkîyê destpê kiriye jî dinirxîne û dibêje, ji Tirkan wêdetir fêdeya pêvajoya aştîyê li Kurdan heye.

Ew, avêtina gavên jibo pêşxistina zimanê Kurdî li Tirkîyê jî bi erênî dinirxîne ku bibîr dixe, hebûna miletekî li ser pêşveçûna zarok û zimanê wan e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG