Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Dewletên ‘Hevalên Sûrîyê’ li Stenbolê Dicivin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, jî beşdarî civîna gruba hevalên Sûrîyê dibe.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, jî beşdarî civîna gruba hevalên Sûrîyê dibe.
Wezîrên Derve yên Welatên Hevalên Sûrîyê, roja Şemîyê jibo hewildanên alîkarîya opozîsyonê û paşeroja Sûrîyê li Stenbolê dicivin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî beşdarî civîna gruba hevalên Sûrîyê dibe ku danûstandinan bi dostên Sûrîyê û nûnerên opozîsyonê re bike.
Biryara civandina welatên hevalên Sûrîyê li Stenbolê, di serdana Wezîrê Amerîkî John Kerry de ku 7’ê meha 4’an li Tirkîyê kiribû hatibû standin.

Di civîna hevalên Sûrîyê de, ji xeynî Amerîka û Tirkîyê, wezîrên dewletên Brîtanya, Fransa, Almanya, Misir, Siûdîya Erebî, Emîratên Ereb, Qeter û Urdin jî beşdar dibin.
Welatên hevalên Sûrîyê, hewil didin ku yekdengî û bihevrebûna hêzên opozîsyonê pêk were da ku karibin rejîma Sûrîyê zûtir biguherînin.

Tê ragihandin, Koalîsyona Hêzên Niştîmanî yên Sûrîyê ya bi Seroktîya Mûaz El Xetîb, wê ji hevalên Sûrîyê daxwaza alîkarîya çekan û herwiha piştgirîyeke xurtir li qada navnetewî bike.

Endamên opozîsyonê dîyar dikin, heta niha jibo rûxana rêjîma Serokê Sûrîyê Beşar Esed û bicihanîna sozên ku li ‘Civînên Hevalên Sûrîyê’ hatine standin, li qada navnetewî hewildaneke têr çênebûye.

Loma jî hêzên opozîsyonê ji welatên alîgirîya wan dikin dixwazin, ne tenê alîkarîya mirovî herwiha jibo şerkirina bi rejîmê re alîkarîya çekên giran jî jibo wan bikin.
Opozîsyon dîsa dixwaze Neteweyên Yekbûyî (NY) jibo çareserkirina krîza Sûrîyê erka xwe bicih bîne û li şûna rejîmê nûnertîya wan li nav Neteweyên Yekbûyî qebûl bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG