Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Xebatê li Ser Kurdî Bike, Dr. Clemence Hînî Kurdî Bûye


Clemence Scalbart Yucel
Konferansa Xebatên Kurdî bi pêşengîya Civata Çand û Ramanê ya Zanîngeha Bilgi û hevkarîya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hate lidar xistin.

Konferans roja Şêmîyê, 25’ê Gulanê, li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê birêve çû. Gelek akademîsyen, pispor û vekolerên çand, sîyaset û zimanê Kurdî li konferansê gotarên xwe pêşkeş kirin.

Ji Civata Çand û Ramanê ya Zanîngeha Bilgiyê Alaatîn Ayhan ji Dengê Amerîka re behsa mebesta civandina vê konferansê dike.

Ew dibêje, gotarên hatine pêşkeş kirin wê rê li ber xwendekarên ciwan vekin ku bi haydarbûna kevneşopîya van xebatan wê siberojê çêtir pêşîya xwe bibînin.
Ji Zanîngeha Exeter ya Brîtanî Dr. Clemence Scalbart Yucel ku jibo xebatê li ser Kurdî bike hînî Kurdî bûye li ser babeta ‘Pêşveçûn û Xweserîya Qada Xebatên Kurdî’ bi kurmancî gotarek pêşkeş kir.

Xanima Clemence ji Dengê Amerîka re behsa hînbûna xwe ya kurmancî dike û bibîr dixe, jiber ku Kurdî qedexe bû û derfet kêm bûn gelek Kurd ji zimanê xwe dûr ketine.
Konferansa Xebatên Kurdî bi naverokeke dewlemend û beşdarîyeke xurt ya guhdaran pêk hat ku gelek gotûbêjên berfireh li ser rewşa xebatên Kurdî hatin kirin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG