Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbatên Kurd li Ber Girtîgehan Dest bi Çalakîyan Dikin


Komela Malbatên Girtîyên Kurd (TUAD) bi mebesta balkişandina ser rewşa girtîyên nexweş û berdana hemû girtîyên sîyasî di qonaxa diduyan ya pêvajoya çareserîyê de, roja Sêşemê li ber Sazîya Tiba Edlî ya Stenbolê bang li hikûmetê kir, wekî gava destpêkê pêşî girtîyên nexweş ji zîndanan derxe.

Li çalakîya ku bi piştigirîya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Komela Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) pêk hat de hate ragihandin, wê li ber girtîgehan çalakîyên konvedanê destpê bikin heta ku girtî werin berdan.

Serokê TUAD’ê Sînan Zîncîr ji Dengê Amerîka re dîyar kir, qonaxa yekê ya pêvajoya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpê kirin bi awayekî serketî çûye serî ku divê hikûmeta AKP’ê jî di vê qonaxa diduyan wekî gava pêşî girtîyên nexweş ji zindanan derxe.

Wî got, bi navê malbatên girtîyan ligel piştevanîya sazî û komelên sivîl hefteya bê li ber girtîgehan ew çalakîyên nobedarîya konên azadî û aştîyê didin destpê kirin ku heta hikûmet gav bavêje wê ev çalakî dom bikin.

Ji Komela Hiqûqnasên Azadîxwaz Parêzer Firat Epozdemir jî ji Dengê Amerîka re da xuya kirin, demeke dirêj e ew ji hikûmet û Wezareta Dadê ya Tirkîyê daxwaz dikin girtîyên sîyasî werin berdan. Lê rewşa girtîyên nexweş girîngtir e ku ev jî ji meseleyeke hiqûqî û sîyasî wêdetir pirseke ehlaqî ye.

Birêz Epozdemir, li ser raporên Tiba Edlî yên derheqê girtîyên nexweş ku rênade ew werin berdan destnîşan dike, li gor hiqûqê Tiba Edlî dibe şirîkê sûcekî ku li vir karê xwe ne li gor rêzikên hiqûqê dike.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG