Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî bi Rêberên BDP’ê û KCD’ê re Kom Dibe


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk. (arşîv)
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re roja Sêşemê li paytaxta Tirkîyê Enqerê, bi Hevserokên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Kongra Civaka Demokratîk (KCD) re hate ba hev.

Serokwezîr Barzanî, li ser mebesta serdana xwe da xuya kirin, ew dubare piştevanîya xwe jibo nameya Birêz Ocalan ya li ser pêvajoya aştîyê dîyar dikin ku helwesta Serokwezîr Erdogan jî hêjayî pîrozkirinê ye.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di roja diduyan ya serdana Tirkîyê de, piştî hevdîtinên bi payebilindên hikûmeta Tirkîyê re, çû serdana Navenda Giştî ya BDP’ê li Enqerê.

Serokwezîr Barzanî, li avahîya BDP’ê ji alîyê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk ve hate pêşwazî kirin ku parlamantara serbixwe ya Dîyarbekirê Leyla Zana û parlamantarê BDP’ê Mûşê Sirri Sakik jî beşdarî kirin.

Birêz Barzanî, di civîna hevpar ya rojnamevanî de, kêfxweşîya jibo gavên têne avêtin anî ziman. Wî got, ew piştevanîyeke xurt jibo naveroka nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Newrozê hatiye xwendin dikin û hewildanên di vê derbarê de yên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî pîroz dikin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG