Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Starmer Dest ji Serokwezîrya Brîtanyayê Vekişand

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer roja Duşemê di daxuyanîyekê de bo raya giştî ragihand ku ew dixwaze dest ji karê xwe berde û diyar kir ku ew ê ji bo veguheztinek rêkûpêk ya desthilatdarîyê bixebite.

Starmer got ku wî Şah Charles III'an ji biryara xwe agahdar kiriye û piştrast kir ku ew ê heta ku berbijarkirin û hilbijartina alternatîvek din ji bo Serokwezîrîyê, ku tê çaverêkirin heta Îlonê di wezîfeyê de bimîne.

Stramet di daxuyanîyeke vîdyoyî de ku li Downing Street li Londonê pêşkeş kir, di hesaba xwe ya X'ê de weşand û behsa sedemên karvekişîn û rewşa partîya xwe kir.

Wî rave kir ku Partîya Karkeran dê di 9ê Tîrmehê de derîyê berbijarîyê ji bo serokekî nû yê partîyê veke, ku rê li ber hilbijartina serokwezîrek nû bo hikûmetê vedike.

Starmet dest ji karvekişîna xwe radigihîne piştî ku kêmtir ji du salan Partîya Karkeran di hilbijartinên giştî de piranîya dengan bi dest xist, lê di çend mehên dawî de paşdakişanek a alîgirîya Starmer çêbûye û di nav partîya wî de zextên li ser wî zêdebûne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG