Berdevkekî Serokwezîrê Brîtanya Kier Starmer îro Duşemê got ku derbarê gotinên Volodymyr Zelenskyy yên ser kêmbûna alîkarîyên Londonê got ku piştgirîya wan ya jibo Kîevê neguherîye.
Zelenskyy dawîya hefteyê gotibû ku her çiqas bi rêberîya Brîtanya ji destpêka şerê bi Rûsya re bi hezaran kes ji mirinê filitîne jî dîyar kirûbû ku di demên dawî de alîkarî kêm bûne.
Wî berdevkê Starmer dîyar kir ku serokwezîr ser piştgirîya jibo Ukrayna bi biryar e û ewê piştgirîya wan kêm nebe.
Li gor ragihandina berdevkê Stermer, hikûmeta Brîtanya helwesta xwe ya ser karanîna muşekên dûravêj yên Storm Shadow yên Londonê dabûn Kîevê neguherandiye.
Di meha Gulanê de Wezîrê Derve yê Brîtanya yê wê demê David Cameron gotibû ku mafê Ukrayna heye ku ew jibo hedefên li nav Rûsya çekên wan bi kar bîne, lê hikûmetê piştre ti şirove nekiribû.
Berdevkîya Wezareta Berevanî ya Brîtanya hefteya borî ser karanîna çekan li gor demên borî bi awayekî zelaltir axifî.
“Mafê Ukrayna heye ku ’li hember êrîşên Rûsya yên ne qanûnî bi awayekî rêwa berevanîya xwe bike û ev yek rê li ber operasyonên li nav axa Rûsya nagire. Gava ew çek dişînin Ukrayna, bi awayekî eşkere dibêjin ku divê ew li gor hiqûqa navnetewî werin karanîn.”
Bi vê polîtîkayê Ukrayna dikare tankên Brîtanî, muşek û kelûpelên din yên leşkerî li nav axa Rûsya bi kar bîne.
Sînordarkirina ser karanîna muşekên dûravêj yên Storm Shadow didome.
Jêder: Reuters, VOA