Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer roja Yekşemê got, Brîtanya û Fransa dê bi Ukraynayê re li ser planek ji bo bidawîkirina şer bi Rûsyayê re bixebitin, ku dê piştre pêşkêşî Amerîkayê bikin.
Starmer ji BBC re got: "Brîtaniya, ligel Fransa û dibe ku yek an du kesên din, dê bi Ukraynayê re li ser planek ji bo rawestandina şer bixebitin, û paşê emê wê planê bi Amerîkayê re gotûbêj bikin."
Starmer roja Yekşemê mazûvaniya Volodymyr Zelensky û rêberên Ewropî dike ji bo lûtkeya li ser nakokiyê, ku di pey rakêşana di navbera serokê Ukraynayê û hevtayê wî yê Amerîkî Donald Trump de bala ragihandinê kişand.
Starmer ji BBC re got ku "kes naxwaze" dîmenên rakêşana herdu rêberan li Koşka Spî bibîne, û "Ez di hişê xwe de zelal im ku ew (Trump) aştiyek mayînde dixwaze."
Serokwezîr xwe weke pirek di navbera Amerîka û Ewropayê de nîşan da û roja Pêncşemê li Washingtonê bi Trump re civiya.
"Divê em rêyekê bibînin ku em hemû karibin bi hev re bixebitin. Ji ber ku, di dawiyê de, me sê sal pevçûnên bi xwîn derbas kirin. Niha divê em bigihîjin wê aştiya mayînde." Starmer got.
Çavkanî: AFP