Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve Destûrê Dide Karmendên Xwe ji Îsraîlê Derkevin

Wezareta Derve ya Amerîkî roja Înê destûr da karmendên xwe yên li Îsraîlê ku ji ber xemên ewlekarîyê tevî malbatên xwe ji welêt derkevin.

Balyozxaneya Amerîkayî di postekê de li ser X got ku karmendên balyozxaneya Amerîkayî û alîyên din yên girêdayî wê divê "îro" wê yekê bikin, eger ew plan dikin ji Îsraîlê derkevin, li gor rojnameya New York Times.

Hişyarîya Wezareta Derve ya Amerîayê ji bo karmendên ku ne pêwîst e li wir bin.

"Di bersiva bûyerên ewlekarîyê de û bêyî agahdarîya pêşwext, Balyozxaneya Amerîkî dikare qedexeyên geştan yên zêde ji bo karmendên xwe û malbatên wan pêk bîne an jî rêwîtîya hin deverên Îsraîlê, Bajarê Kevin ê Orşelîmê û Kenara Rojava sînordar bike."

Wezaret pêşniyar dike ku "karmend hizir bikin ji Îsraîlê derkevin dema ku firînên bazirganî hebin."

Ev agahdarî di demekê de tê ku Rojhilata Navîn di hişyarîyeke bilind de ye ji ber eger şerekî di navbera Amerîka û Îranê de.

XS
SM
MD
LG