Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Welatîyên Xwe Dixwaze ji Libnanê Derkevin yan jî li Cihekî Ewle Bimînin

Wezareta Derve ya Amerîka hişyarîyeke ewlehîyê belav kir, tê de ji welatîyên Amerîkayî yên li Beyrûtê xwest ku "ji Libnanê derkevin yan jî li cihekî ewle bimînin."

Daxuyanîya Wezareta Derve got ku niha geştên asmanî ji alîyê kompanîya Middle East Airlines ve ji firokxaneya Refîq el-Herîrî ya Beyrûtê têne birêve birin.

Berî niha û ligel zêdebûna alozîyên leşkerî li herêmê, Wezareta Derve ji bo alîkarîya welatîyên Amerîkayî yên li Rojhilata Navîn û vegera wan bo Amerîka amadekarî destpê kiribûn.

Yek ji wan amadekarîyan, bikaranîna sîstema tomarkirina agahîyan e ji bo ku alîkarîya welatîyên Amerîkayê bike ji Kuweyt, Îsraîl, Behreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Oman û Erebistana Siûdî derkevin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Duşemê ragihand ku ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve heta niha 36,000 welatîyên Amerîkayî ji Rojhilata Navîn derketine û bi ewlehî vegerîyane Amerîkayê.

XS
SM
MD
LG