Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Dijî Referandumê Ye


Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew bi tundî dijberî li referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê dike ku li ber e di 25’ê Îlonê de were kirin.

“Hemî cîranên Îraqê û hema tevahîya civata navnetewî jî li dijî vê referandumê ne. Welatên Yekbûyî bang li rêberên Kurdên Îraqê dike ku alternatîfa pêşkêşkirî qebûl bikin, ku bi navbeynkarîya Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên din, peywendîyên Hewlêr û Bexda jî nav de, li ser hemî mijarên kêşebar dîyalogên cidî û berdewam yên bi hikûmeta navendî re destpê bikin.”

Daxuyanî bi berdewamî dide zanîn ku pêkanîna referendumê wê bi îhtîmaleke mezin rê li ber danûstandinên ligel Bexda bigire û dawî li pêşnîyara piştgirîya navnetewî ya bo wan danûstandinan bîne.

Wezareta Derve hişyarî dide ku referanduma bandorên neyênî li ser kordînasyona tunekirina DAIŞ’ê li deverên mayî ki Îraqê kiriye û pêkanîna referandumê li herêmên kêşebar taybetî bêîstiqrarî tîne ku DAIŞ û komên din yên tundrê amade ne wê yekê bi kar bînin.

“Divê statuya herêmên kêşebar û tixubên wan, ne bi pêngavên yekalî û bi karanîna hêzê ve, lê li gor qanûna bingehîn ya Îraqê were çareser kirin.

Daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka bal dikşîne ku pêkanîna referandumê dikare zararê bide peywendîyên bazirganî yên Kurdistana Îraqê û hemî cure alîkarîyên navnetewî, tevî ku ti şîrikên Îraqê vê yekê naxwazin.

XS
SM
MD
LG