Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Piştgirîya jibo Azadîya Axaftinê li Tirkîyê Dîyar Dike


Wezareta Derve ya Amerîka ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka re got ku ew li dijî wan kiryaran e ku mafê azadîya axaftinê binpê dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka, wek bersîva pirsa me ya ser cezakirinên ji Doza Kobanê li Tirkîyê got ku ew jiber wê dozê xembar in.

“Em bi wê doze xembar in û wan dozana ji nêzîkve dişopînin. Welatên Yekbûyî bi xurtî piştgirîya xwe ya jibo azadîya ramanê li Tirkîyê careke din dîyar dike û dijî wan kiryarên ku mafê azadîya peyîvînê binpê dike," wezareta di bersîva xwe ya nivîskî de got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Di Doza Kobanê de li hember hevserokê Giştî yê HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û jimareke sîyasetvanên cezayên giran hatibûn birîn û ew biryar hem li hindur, hem jî li dervayê Tirkîyê bertekên mezin derxistibûn pêş.

XS
SM
MD
LG