Berbijarên Bajarvanîya Stenbolê dengên xwe yên jibo hilbijartinên 31’ê Adarê dan.
Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku jinûve berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, di dengdanê de jibo 5 salên xwe yên li ser kar helalî xwest.
Îmamoglu dîyar kir ku wî di 5 salên de bê ku cudakarî û partîzanê bike li Stenbolê xizmet kiriye.
Wî got ku ewê encamên hilbijartinên îro Yekşemê ji seroktîya bajêr ya Stenbolê ya CHP’ê bişopîne.
Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Murat Kurum dengê xwe li Dibistana IMECE ya Kagithane da.
Kurum dîyar kir ku wî 3 mehan jibo danasîna projeyan kempeyna meşandiye û ew hatine roja dawî ya hilbijartinê.
Wî got ku ewê Stenbol îro Yekşemê jibo siberoja xwe biryareke girîng bide û ewê hemî rû geşbîn bin.
Berbijarê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş deng neda.
DEM Partî dîyar kir ku berbijarîya Beştaş piştî bidawîbûna dema jibo guherandina adresan hatiye ragihandin û jiber ku dengê wê li Amedê ye ew nikare li Stenbolê dengê xwe bide.
Wê partîyê dîyar kir ku Beştaş jiber ewlekarîya hilbijartinên li Stenbolê wê neçe li Amedê jî dengê xwe nede.