Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu Rexneyên Ser CHP'ê Didomîne


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu rexneyên xwe yên ser Partîya Gel ya Komarî (CHP) didomîne.

Îmamoglu îro Înê li preskonferansekê dîyar kir tevî ku îsal desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) qels jî bûye, ew li hember wê bi ser neketine.

‘’Hemwelatîyan guherîn dixwest, lê me nekarî bersîva wê daxwsazê bidaya. Em nebûn çareserî. Niha hewce ye em di nava partîyê de guherînê pêk bînin.’’

Îmamoglu dîyar kir ku ger ew wek berê bidomin, ewê enîyên dest xwe jî hinda bikin. Wî got ku jibo serketina di hilbijartinên rêvebirîyên xwecîhî de divê guherîn çêbe.

Wî got ku ew guherîn dixwaze û ew dikare jibo vê qonaxa guherînê pêşengîyê bike.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu do Pêncşemê di kanala TELE 1’ê de gotibû ku derîyên wan jibo guherînê vekirî ne, lê dîyar kiribû ku ew dixwaze Îmamoglu wek bajarvan bixebite.

Kiliçdaroglu gotibû ku Îmamoglu bi dengê gel hatiye hilbijartin û ew naxwaze ku ew vîna gel bikeve destê AKP’ê.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG